TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Soresa Îlonê mezintirîn soresa xelkê Kurdistanê ye

📅 10 îlon 2019 19:44

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya 58emîn salvegera Şoreşa Îlonê de ragihand, “Mezintirîn şoreşa xelkê kurdistanê bû, dijî stem û zordariyê ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, li jêr yek serkirdayetîyê rûbirûyî stemkariyê bûn û Kurdistan bû penageha hemû azadîxwazên 'Iraqê.”

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama bo 58mîn salvegera Şoreşa Îlonê de wiha got:

Îro 58 sal biser destpêkirina şoreşa Îlonê, ya ku dirêjtirîn û mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bi Serkirdatiya Rêberê netewî yê Kurd Mistefa Barzaniyê Nemir derbas dibe.

Şoreşa mezin ya Îlonê ku 11ê Îlon a 1961an dest pê kir û seranserê Kurdistanê daye ber xwe û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê di bin sîvana yek Serkirdatî de li dijî sitemkariyê rawestan û Kurdistan bû penagehek aram bo tevahiya azadîxwazên Îraqê.

Em di demekê de şoreşa mezin û ew pêşmergeyên qehreman ên ku beşdariya şoreşê kirin e bibîr tînin, buha û pirensîbên binirx ên şoreşê jî, di bîra me de ne, weke berxwedan, bihevre jiyan û yekgirtîbûn a xelkê Kurdistanê, ku her tim cîhê serfirazî ne, bo me û omîd dikin, ku her tim bi zindî bimîn in.

Xelkê Kurdistanê jî, bi heman canê tebayî û yekrêzî, berevanî ji maf û destkeftên xwe bikin.

Silav li pêşmergeyên qehreman yên şoreşa mezin a Îlonê

Serê rêzdarî bo şehîdên Kurdistanê

Parve bike: