TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî serxwesî li Kosret Resûl kir

📅 28 sibat 2022 19:12

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl, peyameke sersaxiyê arasteyî wî kir.

Mesrûr Barzanî dipeyama xwe de got, “Birêz Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl.

Ji bo koça dawiyê ya dayika we xatûn Zubeyda Seîd, pirse û sersaxiyê li we dikim û ez hevbeşê xema we me. Xwedêyê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bi we û malbata we bibexişe.”

Parve bike: