TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî seredana malbata Firset Sofî kir

📅 29 berfanbar 2020 01:13

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Hewlêrê Firset Sofî li dora mehekî berê bi sedema Kovid-19 ê li Ankarayê li nexweşxaneyekî taybet jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedema wefata Firset Sofî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê carê seredana malbat û zarokên Sofî kir.

Barzanî di seredanê de got ku bi sedema wefata Sofî yê lêhatî, dilsoz û niştîmanperwer ziyanekî mezin gihaye herêma Kurdistanê lê bêguman helwestên xweş û ciwan yên Doktor Firset Sofî dê her wext bi zindî di bîra wan de dimînin.

Parve bike: