TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Gistî ya Kar û Ewlehiya Civakî ya Hewlêrê dike

📅 14 hezîran 2023 10:48

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî ya Hewlêrê dike.

Li gor Ofîsa Serokê Hikûmetê îro 14ê Hezîrana 2023an da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî li Hewlêrê dike.

Hat ragihandin ku wê di serdana xwe de proseya çaksazî û birêxistinkirina karûbarên ewlekariya civakî û dîjîtalkirina arşîva Rêveberiya Giştî ya Kar û Ewlehiya Civakî ya Hewlêrê binirxîne.

Parve bike: