Cîhan
Mesrur Barzanî pistgirî da Mistefa Kazimî...
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi pêwendiyeke telefonî piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê raspartî Mistefa Kazimî diyar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî ji raspardeyê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî piştevaniya xwe jê re derbirî.
Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir, ku bi hev re kar bikin ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê çareser bikin.
Piştî ku Ednan Zurfî ji avakirina hikûmeta nû vekişiya, îro Mistefa Kazimî bi awayekî fermî ji bo serokwezîriya Iraqê hat erkdar kirin ku Herêma Kurdistanê jî piştgiriya wî dike.