Mesrûr Barzanî: Petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bê şandin
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê de, derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê de wiha got:
"Ji ber şert û mercên awarte yên ku welat pê re rû bi rû ye û berpirsiyariya me ya hevbeş ji bo derbaskirina vê serdema dijwar, me biryar da ku di zûtirîn dem de rê bidin herikîna petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê.
Di heman demê de, dê bi Bexdayê re nîqaşên bilez werin kirin da ku sînorkirinên hawirdekirin û bazirganiyê yên li ser Herêma Kurdistanê hatine ferzkirin werin rakirin û ji bo şirketên petrol û gazê garantiyên pêwîst werin peyda kirin da ku hilberîna xwe bi ewlehî bidomînin.
Ez spasiya hevkarên me yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikim ji bo rol û piştgiriya wan di vê pêvajoyê de."