TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî li ser wefata Pêsmergeyê Soresa Îlonê peyameke sersaxiyê belav kir

📅 21 rêbendan 2022 16:34

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Endamê Xula Yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mela Hadî Kareş peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên Mamoste Mela Hadî Kareş, Endamê Xula Yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesayetê diyar ê civakî dikim."

Serokwezîr Barzanî diyar kir, "Ez xwe hevxemê malbata wî dizanim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û dost û nasên wî."

Parve bike: