TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî li Hacî Omeran serdana hêza Pêsmerge kir

📅 03 mijdar 2025 19:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Mijdarê serdana Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li Hacî Omeranê kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji aliyê Fermandar Ferîq Sîhad Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî pesnê xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge da û destnîşan kir ku Pêşmerge her dem parêzvanê destkeftiyên niştimanî, qewareya destûrî, asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

                                                

Parve bike: