TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî civiya

📅 21 rêbendan 2025 16:05

PeyamaKurd – Îro (21.01.2025) serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalîd El Falih civiya.

Wezîrê Veberhênanê yê Siûdiyê silav û rêzên Qral Selman û Welîehdê Siûdiyê Mihemed Bin Salman gihandin Mesrûr Barzanî û tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê bi pêş ve bibe.

Serokwezîr jî amaje bi peywendiyên kevnar ên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî de kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê jî amade ye ku peywendiyên xwe yên li gel Erebistana Siûdî bi hêz bike.

Parve bike: