TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Li dîrokê binêrin çandinî li vê herêmê derketiye holê, lê...

📅 06 berfanbar 2022 13:26

PeyamaKurdSerokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, wan pêngav ji bo Herêma Kurdistanê bi sektora çandiniyê xwedan jêrxaneyeke aborî ya bihêz be, avêtine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vîdyoya xwe de derbarê piştgiriya ji cotkaran re hatiye kirin û berhemên hinardekirî de agahî da.

Serokwezîr da zanîn, dema dît cotkar nikarin berhemên xwe bifiroşin gelekî xemgîn bûye û wiha got: “Me dît Xwedê serweteke mezin daye me û mixabin bi qasî tê xwestin me nekarî sûd jê bistînin. Ji ber wê jî min ji destpêkê ve tekez kir pêwîst e em di warê çandiniyê de dest bi hilberînê bikin û alîkariya cotkaran bikin. Divê em vê serweta netewî bigihînin asteke wisa ku di pêşketina welat de pirbûn û dahata Herêma Kurdistanê zêde bike. Ji bo vê jî me hewl da cotkar razî bibin. Weke hikûmet polîtîkayeke ku wê berhema cotkar bikire û zêdeyî hinarde bike, me şopand. Bi vî awayî berhemên çandiniyê yên ku li Herêma Kurdistanê tên hilberandin, wê jêrxaneke aborî ya bihêztir peyda bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: "Li dîrokê binêrin, çandinî li vê herêmê derketiye holê, lê gelek faktor di dîroka nêzîk a Herêma Kurdistanê de nehiştin ku çandinî pêş bikeve."

“Berê, derxistina Kurdistanê ji qadan, nekarîna wan bi xwe biryarê bide, tenê wê bibe sedem ku çavê xwe bidin destê hikûmeteke dagirker; Polîtîkayeke navendî ya hilweşandina gundan û avakirina kampan hebû. Ev yek ji wan faktorên sereke bû ku zerarê dide sektora çandiniyê. Piştî vê yekê tu siyasetek ji bo geşepêdana li ser bingeha çandiniyê li Herêma Kurdistanê nehat şopandin. Di kabîneya xwe de em pê hesiyan ku Xwedayê mezin serwetiyeke bêdawî daye gelê me û ji bo pêşxistina çandiniyê di serî de divê em alîkariya cotkarên xwe bikin. Bi vî awayî wê berhemên çandiniyê ne tenê ji bo cotkaran bibe çavkaniya dahatê, di heman demê de ji bo zêdekirina dahatê li seranserê Kurdistanê wê piştgiriyeke bingehîn bide hikûmetê.”

Serokwezîr diyar kir, ew weke hikûmet polîtîkaya cihêrengkirina dahata xwe dimeşînin û wiha dewam kir:

“Siyaseta me cudakirina dahatan e. Yek ji wan çandinî ye. Herwiha beşên din ên wekî tûrîzm û pîşesaziyê jî hene. Me girîngî daye van jî, lê çandinî ji bo her welatekî bingeha aboriyeke xurt e. Axa me bi bereket heye, lê bi rêk û pêk nehatiye îstîsmarkirin. Ger sektora çandiniyê pêş bikeve, bêguman wê mîsoger bibe ku sektorên din jî pêş bikevin. Pêşxistina sektora çandiniyê wê bibe sedema afirandina xetên karsaziyê yên cuda.

Parve bike: