TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrur Barzanî: Korona ne tenê pirsgirêkeke tenduristî ye, herwiha ya aborî ye jî

📅 10 adar 2020 18:49

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîneke taybet li ser encam û bandora li ser aborîyê ya vîrusa korona li Herêma Kurdistanê li dar xist.

Piştî civînê hat ragihandin, Serokê Hikûmetê spasiya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir, ku bi awayekî pîşeyî rêkarên tenduristî yên pêwîst girtin ber û daxwaz jî ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir, ku bapendî bi rêkar û rênimayên tenduristî bibin.

Serokê Hikûmetê bibîr xist ku belavbûna petaya vîrusa Korona li cîhanê, ne tenê pirsgirêkeke tenduristî ye, belkû mixabin encamên wê yên nerênî li ser aboriya cîhanê jî hene, ku Iraq û Herêma Kurdistanê jî lixwe digire, bi taybet ji ber daketina bilez û zor a nirxên petrolê li bazarên cîhanê de.

Serokê Hikûmetê diyar kir, ji destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, yek ji karên pêşîne yên Hikûmetê ew e û li ser wê jî berdewam dibin, ku aboriya Herêma Kurdistanê fireh bikin û nabe tenê pişt bi jêderekî dahatê bê bestin. Ji ber wê mebestê jî me dest bi komek rêkarên pêwîst kiriye, lê bêgûman bicihkirina ecindeyê, girêdayî cîgirbûn û aramiya rewşa siyasî, aborî û ewlehiya Iraqê û navçeyê heye, ku bandora wê ya rasterast li ser Herêma Kudistanê heye.

Serokê Hikûmetê daxwaz ji aliyên beşdar ên Hikûmetê û tevahiya aliyên siyasî û welatiyên Herêma Kurdistanê jî kir, ku bi hesta berpirsatiyê bi vê rewşa hestiyar û qeyrana hatiye pêş re serederiyê bikin, ji bo bikarin kêmtirîn ziyan vê rewşa sextet derbas bikin.

Serokê Hikûmetê tekezî li wê kir, ku berdewam dibin bi cibicîkirina yasaya çaksaziyê û amaje bi wê da, ku pêwîst e di girtina ber a rêkarên tenduristiyê û ew amadekariyên bo rewşa sexte ya aboriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê tên encamdan, berjewendiya giştî ya welatiyan liber çav bigire.

Di civînê de biryar hat dayîn, ku rêkarên pêwîst bo kêmkirina xerciyên nepêwîst yên wezaretan û dam û dezgehên hikûmî li gor rênimayan û di çarçova yasaya çaksaziyê û karnemaya Kabîna Nehem de werin girtin. Herwiha bi Hikûmeta Federal jî li Bexda hevahengî bê kirin û danûstandin bên kirin, bo derbaskirina vê rewşa darayî ya sexte ya rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûye.

Parve bike: