TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî ji NY daxwaza qerebûkirina qûrbanên tawanên DAISê kir

📅 25 cotmeh 2020 15:56

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Tîma Lêpirsînê ya NY ji bo Lêkolînên Tawanên DAIŞê (UNITAD) Kerîm Ehmed Xan kir.

Di civînê de behsa pêvajoya darizandina tawanbarên DAIŞê û pêşxistina hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hate kirin.

Serokê Tîma UNITADê bal kişand ser pêvajoyên dawî yên dadî û teknîkî yên ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê ji ber tawanên li dijî mirovahiyê.

Kerîm Ehmed Xan destnîşan kir ku armanca darizandina yasayî ew e ku dersan ji van tawanan werbigirin û rê li ber dubarekirina wan bigirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku di mekanîzma dadgehkirina tawanbarên DAIŞê de civata navdewletî piştevaniyê bike.

Barzanî got, “Divê civaka navdewletî, zirar û ziyanên kesên qûrbaniyên ji destê terorîstên DAIŞê qerebû bike; Herwiha ew cih û warên hatine wêrankirin jî bên çêkrin. Da ku hêsankarî ji bo rewş û vegera koçberan pêk were.”

Parve bike: