TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê dê pistevan û alîkarê Êzidiyan be

📅 27 tîrmeh 2019 16:10

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir, ku îro weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin û di erka nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Mesrûr Barzanî di wê peywendiya telefonî de amaje bi wê yekê kiriye, ku “xwîşk û birayên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê piştevan û alîkarê wan be û weke her car hewl dide xizmeteke hêja û baştir pêşkêşî wan bike û êş û azarên wan kêm bike.”

Herwiha di vê peywendiya telefonî de, Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg ji bo piştevanî û piştgiriya wî, spasiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Parve bike: