Mesrûr Barzanî: Hikûmet amade ye hêsankariyê bike…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Îlonê serdana bajarê Zaxo kir û li wir bi hejmarek veberhêner û karsazan re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo hevkariya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û encamdana projeyên girîng û stratejîk ên li deverê, spasiya veberhêner û karsazên Zaxoyê kir.
Mesrûr Barzanî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê bo sektora taybet û veberhêneran, ji ber ku hikûmet û sektora taybet hevdu temam dikin, ji bo pêşvebirina zêdetir a aboriya Herêma Kurdistanê û pêkanîna derfetên kar ji bo ciwanan.
Serokwezîr Barzanî herwiha destnîşan kir ku divê proseya veberhênanê li gor plan û pêwîstiyên xelkê deverê be.
Veberhêner û karsazên di civînê de amade bûn, pêzanînên xwe ji bo hêsankarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dan û çendîn pêşniyar û raspardeyên xwe ji bo pêşvebirina proseya veberhênan û jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.