TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Ez ji bavê xwe fêrî durustî, welatparêzî û dilsoziyê bûm

📅 13 adar 2023 11:14

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 1emîn Civîna Ciwanan a li Duhokê de axivî, di bersiva pirseke li ser bavê xwe Serok Mesûd Bazranî de got, ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku kurê Serok Barzanî me.

Mesrûr Barzanî got, “Ez ê bi hemû hêza xwe kar bikim û hemû jiyana xwe li ser rêya wî bişopînim” û got, “Ez gelek tişt ji Serok Barzanî fêr bûm. Ez ê behsa sê tiştan bikim. Ez ji bavê xwe fêrî durustî, welatparêzî û dilsoziyê bûm.”

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku her tim xwe wek xizmetkarê Serok Barzanî didît û tekezî li ser wê yekê kir, ew bi biryar e li ser şopa bavê xwe bimeşe.

 
Parve bike: