TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî êrîsa terorî ya li Erebistanê sermezar kir

📅 13 tebax 2022 20:30

PeyamaKurd – Serokê hukumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyaniyekî da û got:

“Ez êrîşa do ya ku li bajarê Cidde ya Erebistana Si’ûdiyê çêbû ya terorî bi tundî şermezar dikim. Em ji kesên di bûyerê de birîndar bûne, ji wan re şîfayê dixwazin. Em li hemberê terorê bi Erebistana Si’ûdiyê re û bi temamê herêmê re ne.”

Serokatiya ewlehiya dewletê ya Erebistanê do ragihandibû ku kesekî di lîsta terorê de bû û ji aliyên hêzên asayîşê de hatibû dorpêçkirin, xwe teqandibû. Di xweteqandinê de 3 kes birîndar bûbûn.

Di nav lîsta Erebistanê de 9 nav hebûn ku gihabûn destê dewletê û kesê bi navê Abdullah bin Zayed Abdurrahman el-Bakri eş-Şehrî di lîstê de di rêza 4 em de bû. Hêzên asayîşê karibûn wî peyda bikin û dor lê bigrin heya xwe kuşt.

Parve bike: