TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Em tu car birîna xiyaneta xakfirosan ji bîr nakin

📅 16 cotmeh 2020 12:27

PeyamaKurd Di derbarê salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê û dagirkirina Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û diyar kir: “Rewşa ne asayî ya Kerkûkê nayê qebûlkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û da zanîn: “Ev rewşa ne asayî ku di encama xiyaneta xakfiroşî de, li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî derketiye holê, nayê qebûlkirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Em tu car birîna xiyaneta xakfiroşan ji bîr nakin. Lê belê birîna ji xiyanetê kûrtir ew e ku gel ceza nede xiyanetkaran.”

Parve bike: