TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrur Barzanî bo General Robinson: Divê rews bilez bê asayîkirin...

📅 15 nîsan 2019 16:05

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson û şanda pê re civiya.

Di hevdîtinê de, pêşhatên navçê bi giştî û hevahengiya li ser rûbirûbûna gefên teroristan hatin guftûgokirin. Mesrûr Barzanî girêdayî hevkarî û dabînkirina pêwîstiyan, berdewamiya hevkarî û alîkariyan ji hêzên Pêşmerge bi pêwîst bi nav kir.

Herwiha bilezkirina asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi mebesta parastina destkeftan û vegera aramiyê û astengkirina tevgera teroristan bi pêwîst zanî.

Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê ji bilî bal kişandina ser rola Pêşmerge di rûbirûbûna teroristan de, tekezî li wê yekê jî kir ku hêzên Hevpeymanan bi bernameya hevkarî û rahênankirina hêza Pêşmerge û dabînkirina pêwîstiyên hunerî berdewam dibe.

Herwiha di civînê de li ser rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, Iraqî û Herêma Kurdistanê jî hat rawestîn.

Parve bike: