Mesrûr Barzani: Biryara 688 ji bo Kurdistanê dîrokî ye
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani îro di salvegera biryara 688 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ku di sala 1991an de hatiye pejirandin, peyamek weşand.
Di daxuyaniyekê de ku bi rêya hesabê X hatiye kirin, Serokwezîr bal kişand ser girîngiya biryara 688 û vê gavê wekî "xalek werçerxê ya dîrokî" di warê hesasiyeta civaka navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê de bi nav kir.
Serokwezîr di peyama xwe de spasiya civaka navneteweyî ji bo biryara ku di sala 1991an de ji bo rawestandina êrîşên li dijî gelê kurd û vekirina rê li ber alîkariya mirovî hatiye girtin, anî ziman û wiha got:
"Pejirandina biryara 688 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di vê rojê de di sala 1991an de xalek dîrokî ye di çalakiya civaka navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê de. Em ji bo hevkarî û piştgiriya hemî dostên xwe, bi taybetî DYA, Keyaniya Yekbûyî û Fransayê, ku di wê demê de destê alîkariyê dirêjî me kirin, pir spasdar in. Ev piştgirî di dîroka me de cihekî nayê jibîrkirin digire."