TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi nûnera Neteweyên Yekbûyî re civiya

📅 31 cotmeh 2022 19:44

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku proseya siyasî û rewşa giştî ya Iraqê piştî destbikarkirina hikûmeta nû hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser hatiye kirin ku divê hemû alî piştevan bin ji bo serxistina karnameya hikûmeta nû, da ku bikarin bêyî cudahî xizmeta hemû welatiyan û pêkhateyên Iraqê bike û kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal li gor destûrê çareser bike.

Di civînê de, herwiha çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî proseya avakirina jêrxaneyeke dîjîtal li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: