TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi malbata Sehîd Hawkar Ebdullah Resûl re civiya

📅 21 cotmeh 2022 09:29

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi malbata Şehîd Hawkar Ebdullah Resûl (Hawkar Caf) efserê Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyariya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê re civiya.

Di civîna do pêk hat de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û xemgîniya xwe gihand malbata Şehîd Hawkar Caf û got, şehîdkirina Hawkar Caf karekî terorîstî û tawankarî bû, encamderên wê tawanê jî wê bigihin cezayê xwe yê yasayî.

Herwiha malbata Şehîd Hawkar Caf spasî û pêzanîna xwe bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Encûmena Asayîşê nîşan da, ji ber demildest destpêkirina lêkolînan û eşkerekirin û destesekirina hejmareke mezin a encamderên vê tawana terorîstî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 7ê Cotmeha 2022yan, li taxa Serbestî ya bajarê Hewlêrê otomobîla ku berê bombe lê hatibû vedan, teqiya û di encamê de Hawkar Caf şehîd bûbû û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Parve bike: