TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi Fermandarê Gistî yê Hevpeymaniya Navdewletî re civiya

📅 21 îlon 2022 19:56

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Îlonê, li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku pêşhat û guherînên herî dawî yên rewşa Iraqê û navçeyê û berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û gefên terorîstên DAIŞê hatiye gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku civînê de, tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ligel hêzên Hevpeymanan hat kirin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê.

Parve bike: