TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek wesand

📅 20 tebax 2018 20:37

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrizbahiyê belav kir.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye: Bi hatina Cejna Qurbanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman, dezgehên ewlehiyê û Mislimanên Kurdistan û cîhanê dikim, hêviya cejneke aram ji her aliyekî re dixwazim.

Her bi vê boneyê, daxwaz ji xelk û aliyên Kurdistanî dikim , proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin, bo li kêleka hewlan bibe sedemeke din ji aramî û pêşketina welatê me û bidestxistina wan armanc û hêviyên ku xelkê Kurdistanê çaverêyî wan in.

Parve bike: