TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: Armanca me ji bo zarokên Kurdistanê perwerdehiya herî bas e

📅 28 cotmeh 2020 21:43

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser perwerdehiya zarokên Kurdistanê ya herî baş a ku daxwaz dikin peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî bi rêya twitterê peyama xwe da û got: “Nêrîna me ji bo Kurdistanê pêkanîna derfeta yeksan û hêza karê perwerdekirî ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha dibêje: “Pêkanîna sîstema herî baş a perwerdehiyê ji bo zarokên Kurdistanê, beşeke girîng a bernameya me ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di karnameya kabîneya nehem de, ku 10ê Cotmehê li Parlementoya Kurdistanê eşkere kiribû, behsa girîngiya perwerdehiyê kiribû.

Parve bike: