Cîhan
Mesrûr Barzanî alîkariya dayika 6 zarok bi hev re anîbû dinyayê dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariya malbata Hewlêrî ya ku bermaliya wê 6 zarok bi hev re anîbû dike.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir, em ê îro serdana wê malbata Hewlêrî bikin ku do bermaliya malê 6 zarok bi hev re anî dinyayê.
Umêd Xoşnaw herwiha eşkere kir, ez ê bi nûnertiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê, serdana wan bikim û alîkariya malbatê bikim.
Do li nexweşxaneya jidayîkbûna Hewlêrê, jineka Hewlêrî 6 zarok bi hev re anî dinyayê.
Ji ber ku zarok zûtir ji dema xwe hatine dinyayê, rewşa tenduristiya wan ne baş e.