Mertalek 'zêrîn' li dijî şer: Tirkiyeyê çiqas zêr firot?
RûpelNews - Li gorî hesabên ku ji aliyê bankerên li ser bingeha daneyên bîlançoya Banka Navendî ve hatine kirin, bankê hefteya borî 42 ton danûstandinên guhertina zêr pêk anî û 26 ton zêr jî firot.
Sê bankerên ku Reutersê bi wan re şêwirî jî hesab kirin ku TCMBê hefteya borî 68 ton ji yedegên xwe yên zêrî bi kar aniye.
Li gorî hesabên hatîn kirin, TCMBê hefteya borî nêzîkî 26 ton zêr firot. Firotina zêr a giştî ya bankê di du hefteyên borî de gihîşt 48 tonan.
Hêjmara danûstandinên Lîreyê Tirkî ya bi zêr garantîkirî û pereyên biyanî yên hefteya borî jî bi qasî 42 tonan hat hesabkirin. Bi vî awayî, tevahiya hêjmara danûstandinên danûstandina zêr ên ku ji aliyê TCMB ve di du hefteyên borî de hatine kirin, gihîşt nêzîkî 73 tonan.
TCMBê li ser mijarê ti şîrove nekir. (Çavkanî: CNBC-e)