Meleyê ku ji ber Amersporê bubû hedef axivî
RûpelNews - Mihemed Emin Kutluay, meleyê Rihayê ku bi xutbe û daxuyaniyên xwe tim di rojevê de ye, bi rêya vîdyoyeke nû bersiv da wan bertekên ku piştî şîroveyên wî yên derbarê Amedsporê de li dijî wî derketibûn.
Kutluay di axaftineke xwe ya berê de behsa serkeftina Amedsporê kiribû û gotibû: "Pîroz be ji bo Amedsporê. Mirov her tim behsa 'Sê Mezinan' [klûbên mezin ên Stenbolê] dikirin, lê Amedsporê ew qalib şikand."
Kutluay da zanîn ku ev gotinên wî bûne sedema rexneyên hin koman, û di vîdyoya xwe ya nû de bal kişand ser wê yekê ku navê "Amedspor" bi awayekî fermî ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve hatiye qebûlkirin.
"Gelo tenê dema ez dibêjim Amedspor ev dibe pirsgirêk?"
Kutluay li ser wan bertekan wiha pirsî: "TFFyê ev nav daye. Gelo tenê dema ez dibêjim Amedspor ev dibe pirsgirêk?"
Kutluay diyar kir ku divê futbol peyama biratî û yekîtiyê bide û tekezî li ser girîngiya jiyana bihevre ya nasnameyên cuda kir.
Kutluay anî ziman ku berê jî ji ber şîroveyên xwe yên derbarê behskirina futbolê (îddaa) û lîstikvanên ku şort li xwe dikin, li seranserê Tirkiyeyê ketibû rojevê û got: "Kesên ku heqaret li min kirin jî hebûn, yên ku min teqdîr kirin jî hebûn."
"Kurd, Tirk, Ereb; em hemû bira ne"
Kutluay, ligel bersivdana rexneyên derbarê navê "Amedspor"ê de, her wiha li ser paşxaneya dîrokî ya navê "Amed"ê jî sekinî.