Rojhilata Navîn
Medyaya Îranê: Amerîka û Îsraîlê êrîşî balafirgeha Tehranê kirin
Medyaya Îranê ragihand ku Balafirgeha Mehrabadê, ya ku ji bo geştên navxweyî li paytexta Tehranê xizmetê dike, ligel herêmên niştecihbûnê yên li navçeyên Tehranpars û Saadetabadê, ji şeva borî ve bûne armancên êrîşên Amerîka û Îsraîlê.
RûpelNews - Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, cihên ku hatine armancgirtin ev in: Herêmeke niştecihbûnê li navçeyên Tehranpars û Saadetabad ên Tehranê, Balafirgeha Mehrabad û xalek li ser Rêbeja Hakim.
Hat ragihandin ku di êrîşê de zerar gihiştiye binkeyeke elektrîkê ya li ser rêbejê ku bûbû armanc.
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşê de li navçeya Mevlevî ziyan gihîştiye cihên bazirganî.