TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Medya ya Amerîkî: Trump serdana Kushner û Witkoff a ji bo Pakistanê betal kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 nîsan 2026 19:26
Medya ya Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana Kushner û Witkoff a ji bo Pakistanê betal kiriye.

RûpelNews - Derbarê danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê Îranê nezelalî berdewam dike. Gava Wezîrê Derve yê Îranê Arakçî li Îslamabadê dest bi hevdîtinan kir, dihat payîn ku Witkoff û Kushner jî biçin wêderê û hevdîtinan bikin lêbelê medyaya Amerîkî dibêje ew serdan hat belatkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, di vê navberê de, daxwazên Tehranê yên ji bo danûstandinan gihand rayedarên Pakistanê.

Di daxuyanya ku duh ji aliyê Qesra Spî ve hat weşandin de hat diyarkirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amedîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff û zavayê Trump, Jared Kushner, dê serdaneke fermî li Îslamabadê bikin û bi şanda Îranê re hevdîtinan bikin.
Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavîtt îdia kir ku Îranê daxwaza danûstandinên rûbirû kiriye, lê çapemeniya Îranê ev îdia red kirin û diyar kirin ku ti plan ji bo danûstandinên di navbera herdu aliyan de nînin.

Trump ji tîma xwe re got: Pêdivî bi rêwitiyeke 18-saetî nîne

Li gorî medyaya Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana fermî ya plankirî ya ji bo Pakistanê betal kir, ku ew serdan wekî beşek ji danûstandinên di navbera Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, zavaê wî Jared Kushner û Îranê de hatibû plankirin. 

Li gorî nûçeyeke Fox News a Amerîkî, Trump got ku ji ber Amerîka di pevçûna bi Îranê re hemû qert di destê wê de ne, ne hewce bû ku şanda Amerîkî 18 saetan bi balafirê biçe Pakistanê.

Gelo dê bi telefonê hevdîtin bê kirin?

Trump, got ku ew kengî bixwaze dikare bi Îraniyan re bi telefonê biaxive. Trum di vê mijarê de wiha axivî: "Demek berê, min ji tîma xwe re got ku amade bin ji bo çûnê. Paşê min got, 'Na, ne hewce ye ku hûn 18 saetan bifirin da ku bigihîjin wir. Em xwediyê hemû qertan in. Ew kengî bixwazin dikarin li me bigerin; hûn ê neçar nemînin ku 18 saetan bifirin tenê ji bo ku rûnin û tiştekî nebêjin."

Parve bike: