TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Medya Rojava: Di topbarana Tirkiyê de 2 servanên Suryaniyan can dan

📅 12 tebax 2022 22:34

PeyamaKurd – Li gor medya Rojava li bajarê Til Temirê di topbarana artêşa Tirkiyê de 2 çekdarên Meclisa Leşkerî ya Suryanan jiyana xwe ji dest dan. Topbaran ji aliyê yekîneyên topavêjên Tirkiyê de, li Til Temirê li gundên Dîrdara, Qibûr û Qeracîne xistin.

Navên çekdarên Suryaniyan wek Yûsif Muhsîn El Mîtras û Radî Mîzîl El Osman nin.

Hefteyekî zêde ye ku êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Rojava dewam dikin.

Parve bike: