Medya Îsraîlê: Washingtonê agahiya roja dagirkirina Ûkraynayê daye Îsraîlê
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê îdiayeke balkêş belav kir û hişyarîya geştê bo Ûkraynayê hate dayîn.
Li gorî medya Îsraîlê, wê Rûsya roja Sêşema bê yan jî Çarşemê êrîşa dagirkirina Ûkraynayê bide destpêkirin û diyar kir, rêveberiya Îsraîlê li hember vê ketiye tevgerê û lez daye tehlîyekirina hemwelatiyên xwe yên li Ûkraynayê.
Rojnameya Haaretz diyar kiriye ku Washingtonê agahî bi Îsraîlê re parve kiriye ku wê Rûsya herî zû roja Sêşemê Ûkraynayê dagir bike û piştî vê nûçeyê jî Îsraîlê kompaniyên rêhewayê xistine tevgerê ji bo tehlîyekirina bi hezaran îsraîlîyên li Ûkraynayê dimînin.
Rojnameya Yedioth Ahranoth jî li ser malpera xwe gotiye, li gorî agahdariyên Washingtonê heta roja Çarşemê ji bo tehlîyekirinên ji Ûkraynayê dem maye.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî li ser van agahdariyan, daxwaz saziyên pêwendîdar kiriye di dema herî zû de welatiyên Îsraîlê ji Ûkraynayê derxin.