Jiyan
Medya Îsraîlê: Rûsya perava Sûriyê qedexe kir
PeyamaKurd- Rojnama Îsraîlê Haaretz ragihand ku Rûsya piştî xistina balafira wî ji aliyê Sûriyê de, perava Sûriyê ji aliyê behrê û hewayî tev de bo trafîkê girtiye. Şerîda behrê wê heya 1 hefteyekî girtîbe.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandibû ku wê bo ewlekariya hêzên xwe yên li Sûriyê tedbîran bistîne. Fermandarê hêzên hewayî yê Îsraîlê Amikam Norkin bi heyeteka di bin emrê xwe de, bo agahiyên di destê xwe yên di derbarê xistina balafira Rûsya de, bo teslîmê Rûsyayê bike wê here Moskovayê.