TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Medya Îsraîlê: Îsraîl nahêle F-35an teslîmê Tirkiye bikin

📅 28 gulan 2018 19:12

PeyamaKurd- Rojnama Haaretzê ya Îsraîlê ragihand ku di mijara teslîmkirina balafirên F-35an de, ji Tikiyê endîşa wan heye û bi Amerîka re hevdîtinan kiriye da Amerîka bo bilindkirina teknolojiya F-35an teknolojiyê nede Tirkiyê.

Kerbidesteke Îsraîlî bo Haaretzê axifiye û gotiye Îsraîl dixwaze di Rojhilata Navîn de bi tenê xwediyê F-35an be û di mijata teslîmkirina balafirên F-35an bo Tirkiyê bi Amerîka re têkiliyên xwe didomîne.

Hat ragihandin ku di navbera Amerîka û Îsraîl de, peymana transfera agahiyên firehkirina teknolojiya F-35an heye lê Îsraîl mijarê vedişêre.

Li gor ragihandinên Îsraîlê gelek zahmete ku karibin rê li ber teslîmkirina balafiran ji aliye Amerîka de bê girtin ji ber ku Tirkiye yek 9 şirîka ye ku F-35an çêdike. Tirkiye di ser 100 heb balafirên F-35an sîparîşa xwe ji zû de daye Amerîkayê.

Parve bike: