Medya Îranê: Amerîkayê ji bo danûstandina 5 şert pêşkeşî Îranê kir
RûpelNews - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, Amerîka di çarçoveya danûstandinan de 5 şertên sereke ji Îranê re ragihandiye.
Mercên ku tê îdiakirin ku ji hêla Amerîkayê ve hatine pêşkêşkirin ev in:
1- Nedayîna tezmînatên şer ji hêla Amerîkayê ve,
2- Radestkirina 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya li Îranê ji bo Amerîkayê,
3- Rawestandina çalakiyên li hemû tesîsên nukleerî yên Îranê ji bilî yekê,
4- Neberdana hebûnên cemidî yên Îranê,
5- Rawestandina şer li hemû eniyan.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ev xal şertên bingehîn in ku ji hêla Amerîkayê ve ji bo danûstandinan bi Îranê re hatine pêşkêşkirin.
Şertên Îranê
Ji hêla din ve, Îranê şertên xwe yên danûstandinan wiha diyar kiribû; rawestandina şer li hemû eniyan, tevî Lubnanê, rakirina dorpêçan, berdana mal û milkên cemidî, dayîna tazmînatên şer û naskirina serweriya Îranê li ser Tengava Hurmuz.