TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Medya Amerîka behsa planê Sûriyê dike

📅 14 tîrmeh 2018 17:57

PeyamaKurd- Çapemeniya Amerîka behsa hevdîtina her dû serokên dewletên mezin Amerîka û Rûsyayê dike ku dê roja duşemê li payîtexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê hevdîtin bikin.

Li gor peymana ku tê behskirin, Rûsya li beranberê vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê, wê daxwaza vekişandina hêzên Amerîka yên li Sûriyê bike.

Li gor weşana rojnama The Washington Post ku li Amerîkayê weşana xwe dike, wê Îran ji Sûriyê leşkerên xwe vekişîne û di bedela wê de wê Amerîka leşkerên xwe vekişîne. Daxwaza vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê bêhtir daxwaza serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ye.

Li gor nûçeya Washington Postê her dû serok wê ewilî li ser dawîlêanîna şiddeta li Sûriyê û vegera koçberan bo cîh û warên xwe be.

Tê gotin ku Trump wê ji bakûrê Sûriyê 2 hezar û 500 leşkerên xwe vekişîne û Putin jî li ser sînorê Urdun û Îsraîlê sînor deyne ser hebûna hêzên Îranê. Di nûçeyê de tê ragihandin ku PYD/HPG bo bi rejîmê re bixebite dê bê teşwîqkirin.

Parve bike: