TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Me li balafira kargoyê ya ku sîlihên welatên Rojava hildigirt xist

📅 17 nîsan 2022 01:20

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov li ser operasyonên li Ûkraynayê axifî û got ku di şerê bi Ûkrayna re kuştiyên Ûkraynayê 23.367 kesin. Konaşenkov, li ser bajarê Mariupolê jî got ku ji leşkerên Ûkraynayê, leşkerên bi pere û ji tabûra Azov ê hatiye paqijkirin û hêzên Ûkraynayê yên di tesîsên Metalûrjî ya Azovstalê de ne, di bin dorpêçê de ne. Konaşenkov di dewama ragihandina xwe de weha got:

“Sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê li dora bajarê Odessayê, balafira kargoyê ya Ûkraynayê xist. Di balafirê de çekên ku Rojavayî dabûn Ûkraynayê hebûn”

Parve bike: