Jiyan
McKenzie: Îran li Iraq, Sûriye û Yemenê bawerîyê bi wekîlên xwe tîne!
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie, derbarê êrîş û tevgerên Îranê li Rojhilata Navîn de ji Komîteya Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê re axivî.
Mckenzie bal kişand ser şerê Yemen, Sûriye û rewşa Iraqê û got, Îran bi êrîş û gurkirina aloziyên li wan welatan, baweriyê bi wekîlên xwe yên li wan herêman tîne.
Fermandarê CENTCOMê herwiha bal kişand ser ku fuzeyên Îranê ji bo hemû welatên herêmê gefeke mezin in.