TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mazlûm Ebdî li ser helîkoptera Amerîkî ya li Rojava ketibû daxuyaniyek da

📅 14 hezîran 2023 10:12

PeyamaKurd Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê helîkoptera Amerîkî ya ku di 11ê Hezîranê de li Rojava ketibû, daxuyaniyek parve kir.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di 11ê Hezîranê de li Rojava helîkoptereke Amerîkayê ketiye xwarê û di ketina wê de 22 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî (Ebdî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî helîkoptera Amerîkî ya li Rojava ket xwarê daxuyaniyek da.

Ebdî ji leşkerên di encama ketina helîkopterê de birîndar bûne re şîfa xêrê xwest û wiha dewam kir:

"Em pabendbûna xwe piştrast dikin ku bi hevkarên xwe yên di Koalîsyonê re li dijî DAIŞê bi hev re kar bikin ji bo aramkirina herêmê."

 
Parve bike: