TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Mamosteyekî zarokên kurdan neçarî nîşandana sembola ‘gurêboz’ kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 nîsan 2026 11:42
Hat îdiakirin ku Serokê şaxa Colemêrgê ya Turk Egîtîm-Senê Şukru Gurses, zarokên kurdan neçar kiriye ku ew bi tiliyên xwe sembola ‘gurêboz’ nîşan bidin. Li hemberî vê yekê parlementerê DEM Partiyê Vezîr Parlak, bertek nîşan da û xwest ku Gurses ji peywîr bê girtin.

RûpelNews - Parlemeterê DEM Partiyê yê Colemêrgê, Vezîr Coşkun Parlak, di axaftineke xwe ya li Parlemetoya Tirkiyeyê de got ku,Serokê Turk Egîtîm-Senê û mamoste Şukru Gurses, di dema geşteke li bajarê Valensiya yê Îspanyayê de, zarokên kurdan neçar kiriye ku ew bi tiliyên xwe sembola ‘gurêboz’ nîşan bidin. Parlak got ku, Gurses ev wêne bi nivîsa ‘ev e ferxikên gurên min ên boz’ li ser medyaya civakî parve kiriye. 

“Divê ji kar bê girtin”

Parlementer Vezîr Parlak got ku, divê perwerdekar ji xwendekaran re hawîrdoreke bêalî û saxlem peyda bikin û nayêqebûlkirin ku mamosteyek nêrîneke siyasî ya taybet belav bike, û destnîşan kir ku nepejirandî ye ku xwendekarên di temenê dibistanê de tevlî postên weha bibin. 

Parlak diyar kir ku divê îdiayên navborî bên lêkolînkirin û li dijî berpirsan dest bi tedbîrên pêwîst bê kirin, û banga girtina tedbîrên lezgîn li dijî Şukrü Gurses û dûrxistina wî ji karê wî kir.


 

Parve bike: