TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Macron û Trump naçin Davosê

📅 11 rêbendan 2019 23:04

PeyamaKurd- Li Amerîkayê krîza hukumetê heye û li Fransayê krîza “êlek zer” an heye ku xwepêşandanan dikin. Bo van sedeman Trump û Macron nikarin tevlî civînên Davosê bibin.

Bo hukumeta Amerîka car din aktîv bibe, serokê Amerîka Trump ji partiya demokratan bi Nancy Pelosi û Chuck Schummer re hevdîtinan kir lê li hev nekirin. Bi vê sedemê wê Trump nikaribe here Form a Aborî ya Dinyayê ku her sal li Îswîçre li bajarê Davosê çêdibe. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de behsa demokratan kir ku di mijara asayîşa sînoran de û ewlekariya welat de li hev nakin û problema wan heye.

Sedema netevlîbûna Macron bo formê xwepêşandanên “êlek zer” an nîşan da û di 21 ê mehê de Forma Choose France heye ku wê li  Versaillesê bi karsazan re civîn bike.

Parve bike: