TR KU AR
FB X IG
Cîhan

 Macron spasiya mêrxasiya Kurdan û hêzên Pêsmerge kir û vegeriya Fransayê

📅 29 tebax 2021 23:29

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, beriya serdana xwe ya Kurdistanê bidawî bîne, spasiya mêrxasiya Kurdan û Pêşmerge kir.

Serkomarê Fransa Emmanuel Macron ku ev du roj in li Iraq û Herêma Kurdistanê ye û bi serkirdeyên Iraqî û Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn, îşev vegeriya welatê xwe Fransayê.

Macron beriya serdana xwe bidawî bîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê wêneyekî pêşmergeyên jin belav kir û di bin de jî peyamek nivîsî:

Macron got: “Rêz û hurmet ji bo wan şervanên ku li eniya pêş ya şerê li dijî DAIŞê şer kirin. Spas û hurmet ji bo kurdan û hêzên Pêşmerge ku mîna navê xwe rûbirûyî mirinê dibin. Spas ji bo hêzên Iraqî, endamên hevpeymaniya navdewletî û hêzên Fransa”

Parve bike: