Lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê li ser Sûriyê
PeyamaKurd- Li Rûsyayê li Soçiyê di encama rûniştineka bi hevre ya dirêj Rûsya û Tirkiye li ser mijara PYD ê koçberan lihev kirin.Ragihandina xalên lihevkirinê ji aliyê wezîrê karen derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu de hat ragihandin. Lihevkirirn li ser 10 xalan e. (22 Cotmeh 2019,Soçî). Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Rûsyayê Valdimir Putin li ser 10 xalên li jêr lihev kirine:
1.Her dû alî wê yekîtiya axa Sûriyê û yekîtiya siyasî biparêzin û hukumraniya Tirkiyê û ewlekraya wê biparêzin.
2. Her dû alî li ser terorîzmê,li ser temamên şiklê wê û derketina wê wê têbikoşin û wan li ser axa Sûriyê nehêlin xebatên xwe bikin.
3. Di vê çarçovê de li Til Ebyed û Resuleynê û bi kûrahiya 32 km yî dê bo operasyona Aştiya Kaniyê, halê niha bê parastin.
4. Her dû alî peymana Adanayê teyîd dikin.Federasyona rûsyayê di şetên niha de wê bicîhanîna peymana Adanayê hêsan bike.
5. 23 Cotmeh 2019, ji piştî 12.00 an, eskerên polis yên Sûriyê û parastvanên sînor,li deverên ku derveyê seha Kaniya Aştiyê de dimînin,li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê lê li aliyê Sûriyê bi kûrahiya 30 km wê YPG ê ji sînor dûr bixe. Ev kar wê di nav 150 sietan de biqede.Ji heman wextê, li rojava û rojhilatê seha Kaniya Aştiyê bi 10 km yan, Qamîşlo ne tê de wê ji aliyê dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê de bên destpêkirin.
6. Ji Munbicê û Tel Rıfatê temamê YPG ê bi sîlihên xwe ve vekişe.
7. Her dû alî bo terorîst nekevin seha wan, wê tedbîrên xwe bistînin.
8. Bo dagera koçberan ya bi dilê xwe û bi awayeka bi ewle, wê xebat bi hevkarî çêbibe.
9. Bo bicîhanîna vê muxtirayê wê teref çavdêriyê bikin wê mekanîzmeyeka hevpar bê avakirin.
10. Terefdar wê di çarçoveya mekanizma Astanayê de, bo dîtina çareseriyeka siyasî bo Sûriyê xebatên xwe dewam bikin û xebata Komîta Destûrê ya Sûriyê destek bikin.