Jiyan
Liberman: Tehdîda Îranê ji ku de were, em ê li wê derê bixin
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman ragihand ku ew xwe amade dikin da li hedefên Îranê yên derveyê Sûriyê bixin.
Li gor ragihandina televîzyona dewleta Îsraîlê Liberman di konferanseka li Qudsê de axifî û got: “ Sînorê me ne tenê Sûriye ye, divê herkes vêya zanibe.”
Liberman got ku dê li hedefên derveyê Sûriyê yê Îranê bixin û weha dewam kir: “Jêdera tehdîdê ku der dibe bila bibe, em ê bi temamê tehdîdên Îranê re têkoşînê bidin.”
Liberman di axaftina xwe de behs nekir dê li ku derê bidin.