Li Zaxoyê di navbera PKKê û Tirkiyê de ser derket
PeyamaKurd - Li gundekî Zaxoyê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê de şer derket û şer niha jî berdewam dike.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, îro li gundê Şeranşê yê ser bi nahiyeya Derkar a Zaxoyê ve di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de şer derket.
Hat ragihandin ku, dengê gelek çekan tê bihîstin û şer bi giranî li nêzîkî gundê Şeranşê û Çiyayê Xantûrê berdewam dike.
Hêzên bejayî yên Tirkiyê bi piştgiriya topxane û firokeyên cengî êrîşî ser binkeyên gerîlayên PKKê kirine.
Firokeyên keşfê û cengî yên Tirkiyê li asmanê navçeyê difirin.
Herwiha balafireke cengî ya Tirkiyê bilindahiya derdora gundê Şeranşê bombebaran kir.
Ji ber şer û bombebaranê, xelkê sivîl ên gundê Şeranşê û gundên ser bi nahiyeya Derkarê tirsiyane û ji zêdebûna asta metirsiyan li ser jiyana xwe dilgiran in.
Di derbarê zirarên herdu aliyan, hê ti zanyarî nehatiye bidestxistin.