Cîhan
Li Yewnenîstanê du helîkopter li hewayê li hev qelibîn
Li Atînayê paytexta Yewnanistanê ji bo vemirandina şewatên daristanê 2 helîkopterên li hewayê bûn li hewayê li hev qelibîn. Piştî qezayê, li herêmê operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina ekîba li ser helîkopteran hate destpêkirin.
RûpelNews - Li Atînayê paytexta Yewnanistanê, du helîkopterên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatên daristanan ên li seranserê welêt belavbûyî diçûn, li hewayê li hev qelibîn û ketin.
Piştî qezayê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Tîm hewldanên xwe ji bo dîtina endamên ekîbê yên windabûyî didomînin.
Li gorî raporên destpêkê, ekîba yek ji helîkopteran bêyî ku zirarê bibîne hatiye rizgarkirin. Lêbelê, ji aliyê rayedaran ve heta niha derbarê rewşa ekîba li ser helîkoptera din de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.