TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Yemenê felaketa lehiyê: 45 kes mirin

📅 07 tebax 2024 21:38

PeyamaKurd – Li rojavayê Yemenê li bajarên Taîzê û Hudeydeyê lehî rabû û di encamê de 45 kes mirin. Di encama barana zêde ya li bajarê Hudeydeyê de 30 Yemenî can dan û 500 malbat zêde ji ser warên xwe rabûn. Her weha 7 erebe di bin lehiyê de man.

Li gor ragihandina kanala TV yê ya Hûsyiyan ya bi navê El-Mesire; li bajarê Taîzê jî çend roj berê baran bariya, lehî rabû û di encamê de 15 kes mirin û NY jî bûyerê piştrast kir.

Parve bike: