TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Xaneqînê çekdarên DAISê êrîsî Hesda Seibî kirin

📅 02 berfanbar 2020 12:30

PeyamaKurd - Li sînorê nahiyeya Seidiye ya Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrîşî çekdarên Heşda Şeibî kirin.

Li gor zanyariyan, îro saet 02:00ê şev, çekdarên DAIŞê li gundê Esirye ya nahyeya Seidiyê, êrîşî çekdarên Heşda Şeibî kirin. Şer saetekê berdewam kir û ziyanên DAIŞê nayên zanîn. Lê çekdarên Heşda Şeibî ti ziyaneke wan ê canî çênebû û pişt re çekdarên DAIŞê navçe di cîh de hiştin û reviyan.

Herwiha zanyari diyar dikin, milîsên lîwa ya 110 a Heşda Şeibî li navçeyê hatin belav kirin.

Parve bike: