TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Wanê qezayeke wekî qetlîamê: Gelek mirî û birîndar hene...

📅 18 tîrmeh 2019 14:20

PeyamaKurd - Li navçeya Qelqelî (Ozalp) a bajarê Wanê minîbûsa koçberan wergeriya û encameke wekî felaketê derket holê.

Li gorî zanyariyên destpêkê di qezaya ku îro danê nîvro li navçeya Qelqeliyê rû daye, herî kêm deh kesan can daye û hejmarek zêde ji rêwiyên ku pekiyane birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê, tîmên hawarçûnê û ambûlans li cihê bûyerê ne.

Li gor zanyariyên dawî, 15 koçberan di qezayê de can da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: