TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Wanê pistî zêdebûna pêketiyên koronayê dibistan hatin girtin

📅 04 adar 2021 19:27

PeyamaKurd – Li navçeya Bexçe ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber tesbîtkirina haletên vîrusa koronayê li 4 taxan dibistan ji bo 10 rojan hatin girtin.

Hat ragihandin ku li 4 taxên navçeya Baxçe ya Wanê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne û ji ber wê jî tevî ku biryara vekirina dibistanan hatibû dayîn jî ji bo 10 rojan dibistan hatine girtin.

Piştî sistkirina rênimayên bo vîrusa koronayê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistanan ji nû ve dest bi perwerdeya rûbirû kiribû.

Parve bike: