TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Wanê girtin û pasdesandina koçberan dewam dike

📅 26 tebax 2022 00:13

PeyamaKurd –Li bajarê Wanê li navça Gewaşê (Westan) ê tîmên cendirmeyan operasyon kirin ser koçberên ku di ser Îranê de derbas bûn, 30 koçber û 2 organîzatorên wan girtin.

Li gor ragihandina parêzgehê, cendirme koçberan di 24 ê tebaxê de wan girtin bin taqîbatê û îro wan girtin. Piştî îfadê wan sitendin, her dû organîzatoran bi biryara dadgehê xistin zîndanê. Mînîbusa ku koçber tê de bûn, ji trafîkê hat qedexekirin.

Koçberan teslîmê rêvebiriya koçberan dikin û di rojên paşî tên destnîşankirin de, wan paşde dişînin welatê wan. Piraniya koçberên ku di ser Îranê de derbasî bakûrê Kurdistanê dibin, Afxanî ne.

Parve bike: